Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistanê destpêşxeriyên taybet bi referandumê gotûbêj dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Dawiya vê hefteyê serkirdatiya siyasî ji bo gotûbêjkirina destpêşxeriyên navxwe û yên navdewletî derbarê referandumê civînekê lidar dixe.
Endamekî Encûmena Serkirdatiya Kurdistanê ragihand: “Tenê gelê Kurdistan dikare bi referandumeke din encamên referanduma serxwebûnê hilweşîne û eşkere kir ku dawiya vê hefteyê, wê Encûmen li ser destpêşxeriyan civînekê bike.”
Pisporekî di ware destûrê de tekez dike ku ti yasayek nikare referandumê hilbiweşîne.