Vê care jî aloziya Konya, di navbeyna Almanya û Tirkiye de

Ligor kovara Der Spiegel, parlementerên Almanyayê daxwaza seredana serbazên xwe li bînkeya Konya di 17ê Tîrmehê de dabûn, lê ev daxwaza wan ji alî Tirkiye ve hate redkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziyên navbeyna Almanya û Tirkiye gihiştin astek nû. Piştî ku Almanya biryar da ku hebûna xwe ya serbazî li bînkeya Incirlik rawestîne, niha jî Tirkiye biryar da, ku nehêle Parlementerên Almanyayê seredana serbazên xwe li bînkeya Konyayê bikin.

Ligor kovara Der Spiegel, parlementerên Almanyayê daxwaza seredana serbazên xwe li bînkeya Konya di 17ê Tîrmehê de dabûn, lê ev daxwaza wan ji alî Tirkiye ve hate redkirin.