Opozîsyon: Reqa ji destê HSDê derdikeve û dikeve destê Ceyş El-Îslam

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi Siûdiye û Tirkiyê re dest bi danûstandinan kiriye, ji bo bajarê Reqayê radestî grûpa Ceyş El-Îslam a opozîsyona Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi Siûdiye û Tirkiyê re dest bi danûstandinan kiriye, ji bo bajarê Reqayê radestî grûpa Ceyş El-Îslam a opozîsyona Sûriyê bikin.

Li gor medyayên opozîsyona Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ligel Siûdiye û Îmarata Erebî ji aliyekî ve û ligel Tirkiyê ji aliyê din ve danûstandinan dike, ji bo bajarê Reqayê radestî grûpa Ceyş El-Îslam a Siûdiye piştevaniya wê dike bikin.

Li gor wan jêderan jî, Erebên ku di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, dê jê vekişin û tevlî hevpeymaniya Erebî ya nû bibin.

Ev yek di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr bi berdewamî radigihand, ku ew bi Washingtonê re bi berdewam di pêwendiyê de ne ji bo avakirina hêzeke Erebî li rojhilatê çemê Ferêt.

Di vê derbarê de serkirdeyê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd got, Reqayê bi xwîna hezaran Kurd hatiye rizgarkirin, loma ew vê plane qebûl nakin. Berê li Reqayê enûmenek ji xelkê wî bajarî hatiye avakirin û tevahiya pêkhatiyên wî bajarî lixwe digire.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ roja 17ê Cotmeha 2017an kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê ragihandibû.

 

S. B