Amerîka: Şervanên HSDê derbasî Efrînê bûne

Wezîrê Berevaniya Amerîka: Şervanên HSD dîtin ku birayên wan yên Kurd rastî êrîşa Tirkiyê hatine û vê yekê hişt ku gellek şervanên HSD derbasî Efrînê bibin

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Amerîka Jim Mattis eşkere kir, ku hejmarek şervanên HSDê yên li dervayî Efrînê ne bûn, piştî operasyona Tirkiyê destpê kir, ew derbasî Efrînê bûn.

Li gorî medya Tirkiyê Mattis dema serdana Ewropa dikir, di nav firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand û got: "Operasyona Tirkiyê ya li Efrînê, hiştiye ku şervanên HSDê têkevin fikaran de, ew şervanên dibînin ku birayên wan yên Kurd di bin êrîşa Tirkiyê de ne û vê yekê hiştiye ku hejmarek ji wan derbasî Efrînê bibin".

Berî niha Pentagon amaje kiribû ku şervanên HSDê derbasî Efrînê bûne, lê daxuyaniyên fermî li ser wê yekê nebûn.

Tê pêşbînîkirin ku Mattis di nava hefteyê de, li gel hevpostê xwe yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî li Birûkselê bicive.