Erdogan bo Esed: Deriyên siyasetê her vekirî ye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand: Deriyên siyasetê heta dema herî dawî jî vekirî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand: Deriyên siyasetê heta dema herî dawî jî vekirî ye.  

Erdogan di dema vegera xwe ya ji lûtkeya sê alî ya li Soçiyê di firokxaneyê de pirsên rojnamevanan bersivand û daxuyaniyên girîng dan.

Li ser pirsekê wekî Tirkiye û Suriye bi hev re li dijî YPG û PYDyê ne. Gelo eger heye Enqere û Şam nêzikê hev bibin û hevkariyê bikin? Erdogan got, rûdan û pêşhatên dahatûyê girêdayî şert û mercên wê demê ne. Ne rast e ew ji niha ve bibêjin ku di pêşerojê de ew ligel Sûriyê kar nakin. Deriyên siyasetê heta dema herî dawî jî vekiriye.  

Erdogan heta vê daxuyaniya xwe, Serokê Suriyeyê Beşar Esedî wekî zordest û dictator binav dikir û zexta çûyîna wî ji desthilatdariya Sûriyê dikir.

Serokê Rûsya Vladimer Putin, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja 22 vê mehê derbarê kirîza Sûriyê li Sochiyê civiyabûn.

Mijarên wê civînê, gotûbêjkirina rewşa  navçeyên kêmkirina şer û rûbrûbûna terorê, gihandina alîkariyên mirovî û dîtina çareyeke siyasî ye ji kirîza Sûryê re, li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254.