Hikûmet mûçe û dahat û xerciyan gotûbêj dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro encûmena wezîrên Herêma Kurdistan dicive û dahat û cerciya şeş mehên yekem ji sala 2018an û çawaniya peydakirina mûçeyên fermanberan gotûbêj dike.
Herweha di civînê de wê behsa kertên perwerdê û çandiniyê û astengiyên li pêşya wan kertan bê kirin.
Ev yek di demekê de ye bi sedema dorpêçên hikûmeta Iraqê li ser Herêma Kurdistanê, niha rewşa abûrî û diravî li Herêma Kurdistanê dijwartir bûye û ev bû bêtirî mehekê mûçeyê fermanberan nehatiye dayin, vê yekê jî bandoreke mezin li ser jiyana xelkê û bazarên Herêma Kurdistanê kiriye.