Esed: Rêketina Idlibê di berjewendiya me de ye

Beşar Esed: Rêketina derbarê bajarê Idlibê hatiye kirin, demkî ye û di çarçoveya wê de, me destkeftên baş li ser erdê bidestxistiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Sûryê Beşar Esed di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Be'is de ragihand, ku rêketina derbarê bajarê Idlibê hatiye kirin, demkî ye û di çarçoveya wê de, wan destkeftên baş li ser erdê bidestxistiye.

Esed got ku ne tenê Parêzgeha Idlibê, lê ewê tevahiya axa di destê terorîstan de maye vegerînin bin desthilata Hikûmetê.

Tevî ku berî niha, li ser hin xalan derbarê rêketina Idlibê di nav Rûsya û Tirkiyê de çêbibûn, lê niha serokê Sûryê dide xuyakirin ku ew rêketin di berjewendiya welatê wî de ye û biryar e 15ê vê mehê rêketina Sochi ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, derbarê avakirina devereke bêçek li Parêzgeha Idlibê bikeve warê bicîkirinê de.

N.O