Amerîka daxwaz dike Hikûmeta nû ji bo xizmeta hemû Iraqiyan be
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve tê Amerîka Mike Pompeo, piroseya hilbijartinan li Iraqiyan pîroz kir û got: "Amerîka pêbendî rêkevtina çarçoveya stiratîjî ye li gel Iraqê û emê pêwendiyên xwe pêşeve bibin.
Li gorî nûçeyeke Ajansa Reutersê, Mike Pompeo gotiye: "Em daxwazê ji Perlemana Iraqê dikin, di zûtirîn dem de û wekî di destûrê de hatiye diyarkirin, Hikûmetekê pêk bîne ku kar ji bo xizmeta hemû Iraqiyan bike".
Roja Şemiyê 12/5/2018an, hilbijartinên Perlemana Iraqê hatin kirin û hevber li gel hilbijartinên berê, rêjeya beşdarîkirina welatiyan di piroseya dengdanê de gellekî kêm bûye û li Iraqê negihiştiye 45% û biryar e, heya sibe encam bên ragihandin.
N.O