Li Erziromê 3 endamên PKKê û leşkerekî hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê 3 endamên PKKê û leşkerekî di encama pevçûnekî de canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de, Parêzgeriya Erziromê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li navçeya Şenkayayê li dijî PKKê operasyon hatiye birêvebirin û pevçûn rû daye.
Di encama pevçûnê de 3 endamên PKKê û leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 çekên wekî biksî, qenas û keleşnîkof ketiye destê hêzên ewlekariye.
Parêzgerî da zanîn ko operasyona li dijî PKKê ya li gundewarên Şenkayayê berdewam dike.