Rêxistinên civaka sivîl ji bo Efrînê man digirin

Rêxistinên civaka sivîl mangirtinek ji bo piştgiriya bajarê Efînê lidar xistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistinên civaka sivîl mangirtinek ji bo piştgiriya bajarê Efînê lidar xistin.
peyamnêra K24ê li Qamişlo ragihand, rêxistinên civaka sivîl li bajarê Qamişlo mangirtinek li pêş avahiya Netewên Yekbûyî ji bo piştgiriya bajarê Efînê û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirkiyê bi rê ve birin.

Çalekvanên başdarî mangirtinê bûne didin zanîn ku armanca wan ji vê mangirtinê ew e, dengê xwe bigihînin civaka navdewletî. da ku bi erkên xwe li hember Efrînê rabin û welatiyên sivîl biparêzin .

Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kiriye.