HDP: Krîza aboriyê ji berî Brunson ve ye

Parlamenterekî HDPê dibêje, Tirkiye ji ber kiryarên desthilatê ketiye krîzê û bi zanebûn sedema krîza bi Amerîka re nîşan dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterekî HDPê dibêje, Tirkiye ji ber kiryarên desthilatê ketiye krîzê û bi zanebûn sedema krîza bi Amerîka re nîşan dide.

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê profesor Erol Katircioglu da xuyakirin, desthilata Tirkiyê dixwaze krîza niha ya aboriyê bi Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson re girê bide, lê ya rastî ev demeke dirêj e arîşeyên aboriya Tirkiyê mezin dibin.

Da xuyakirin, desthilat bi hestên vegera dema Osmaniyan dixwaze bi awayeke nijadperest welat birêve bibe û vê yekê barê aboriya Tirkiyê gelek giran kiriye. 

Katircioglu got, riya rasteqînî ya derbaskirina krîza aboriyê di başkirina siyasetê û bilindkirina asta demokrasiya civakî re derbas dibe.

 

S. B