Soylu: Rê nadin parlementerên HDPê biçin ser şîna gerîlayên PKKê

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu radigihîne, ew rê nadin parlementerên HDPê biçin ser şîna gerîlayên PKKê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soyêu radigihîne, ew rê nadin parlementerên HDPê biçin ser şîna gerîlayên PKKê.

Suleyman Soylu di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinên şaredariyan de li bajarê Edeneyê axivî û careke din rexneyên tund li HDPê girt.

Wezîrê Navxwe tekez kir, parlementerên HDPê li parlementoya Tirkiyê ne nûnerên xelkî ne, belkû nûnerên PKKê ne. Parlementerên HDPê dixwestin ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Stenbolê heta Diyarbekirê bimeşin, lê wî rê nedaye wan.

Herwiha Soylu got jî, pêştir parlementerên HDPê diçûn ser şîna gerîlayên PKKyê. Lê êdî ew rê nade parlementerên HDPê biçin ser şîna gerîlayên PKKê.

 

S. B