Netewên Yekgirtî amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina xelkê Efrînê ragihand

Netewên Yekgirtî: Di heyama du rojên derbasbûyî de bêtirî 5000 welatiyên sivîl ji Efrînê û ji derdora wî bajarî mişext bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî Ajansa Reutersê, Netewên Yekgirtî di raporekê de ragihandiye, bi sedema êrîşa serbazî û bordûmana artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, tenê di heyama du rojên derbasbûyî de bêtirî 5000 welatiyên sivîl ji wî bajarî û ji derdora wî mişext bûne.

Netewên Yekgirtî di rapora xwe de tekez dike, ku ew amade ne alîkariya mirovî pêşkêşî 50 hezar welatî bikin li Efrînê, ji bilî amadebûna wê ji bo alîkarîkirina 30 hezar mişextên din yên parêzgeha Helebê.

Bajarê Efrînê ji aliyê îdarî ve, ser bi parêzgeha Helebê ve ye û niha ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin, vê yekê jî hiştiye ku derfeta derketinê li ber welatiyan gellekî kêm û dijwar be.