HDP: Dê ji Rewşa Awarte xerabtir be

HDP dibêje rewşa awarte ya sê mehan tê rakirin, lê vê carê bo heyama sê salan tê dirêjkirin û erkên ku di rewşa awarte de nebûn, bo desthilatê tên dayîn

K24-Navenda Nûçeyan

HDP dibêje rewşa awarte ya sê mehan tê rakirin, lê vê carê bo heyama sê salan tê dirêjkirin û erkên ku di rewşa awarte de nebûn, bo desthilatê tên dayîn.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Ayhan Bîlgen li Parlamentoya Tirkiyê civîneke rojnamevanî darxist û got, her çiqas desthilat radigihîne ku rewşa awarte tê rakirin jî, lê bi projeyasaya nû dixwazin binaveke din rewşa awarte mayînde bikin.

Bîlgen got, erkên parêzgaran hatine zêdekirin ku dikarin nehêlin rojnamevan, siyasedmedar, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan û her cure çalakvanan bikeve sînorê bajar ku ev erk di dema rewşa awarte de nebû.

 

 

C.B