Geştyarî Li Bakur barîna berfê rêya hezaran gund girt

Li Bakur barîna berfê rêya hezaran gund girt
Barîna berfê

K24-Navenda Nûçeyan

Li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê barîna berfa zêde rêya hezaran gundan girt.

Li bakurê Kurdistanê bajarê Qers û Mûşê  riya nêzikê 1000 gundan ji ber barîna awarte ya berfê hate girtin. Herwiha ji ber rewşa awarte ya hewayê gelek caran rûdanên hatûçoyê derketin holê û zirarên maddî çêbûn.

Li bajarê Agiriyê jî barîna berfa zêde rêya zêdetirî 500 gundan girt. Pisporên keş û hewayê hişyar dikin ku, dê rojên pêş de jî rewşa awarte û dijwar ya hewayê berdewam bike. Pêwîst e welatî bergiriyên xwe werbigirin.