May, pirsa liser serxwebûna Kurdistanê bersivand

Serokwezîra Ingilistanê Theresa May, di Parlementoya Ingilistanê de “Pirsên jib o Serokwezîr” bersivand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîra Ingilistanê Theresa May, di Parlementoya Ingilistanê de “Pirsên jib o Serokwezîr” bersivand.

Parlementerê Partiya Konservatîf Jack Lopresti, ku ji Partiya Theresa May e pirsî: meha berê min seredana Kurdistanê kir, pesnê têkoşîna mêrxasane ya Pêşmerge kir. Ew têkoşîna wan dayî, ji bo ewleyiya kolanên Ingilistanê jî girîng bû.Liser daxwaza Kurdan a Kurdistanek serbixwe hukimeta Ingilistanê bi çi awayî piştgirî diyarkir?”

Theresa May weha berîv da: “Wekî hukimet me herdem diyarkir ku, babeta serxwebûnê ya ku proseyek siyasî ye, dive bi danûstandinê ligel Bexdayê were encamdan. Em li Iraqê dixwazin lihevhatinek siyasî hebe. Ji hemû aliyan dixwazin di nav diyalog û danûstandinan de bin û weha pêngavan ber bi pêşerojê ve bavêjin”.