Fransa doza terorkirina 3 serkirdeyên PKKê vedike

Fransa doza kuştina 3 berpirsên PKKê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan careke din vedike û lêpirsînê berdewam dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransa doza kuştina 3 berpirsên PKKê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan careke din vedike û lêpirsînê berdewam dike.

Li gor Ajansa nûçeyên Fransayê, malbata qurbaniyan di Adara 2018an de serî li Dadgehên Fransayê dane ku lêpirsîn careke din destpê bike. Malbata qurbaniyan di wê bawerî yê de ne, di kuştina berpirsên PKKê de, destê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê MÎTê heye. Li ser vê daxwazê jî dadgerek dijîterorê hate erkdarkirin û doz careke din vebû.

Parêzerê malbatan Antonie Comte dibêje: “Ev bûyereke dîrokî ye. Bi vê lêpirsînê dê li Fransayê dawiya dadgehnekirina kuştinên siyasî yên bi fermana welatên biyanî tê dan, were. Dozger qebûl kirin, bûyer bi mirina tohmetbarî bidawî nabe. Dadgerê lêpirsînê dê bi her awayî lêkolîn bike ka destê dewleteke din di vê bûyerê de heye yan na?

Her sê berpirsên PKKyê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, di 9ê Çileya a sala 2013an de li Parîsê hatibûn kuştin. Tekane tohmetbarê bûyerê Omer Guney li zindanê di Çileya a 2016an de miribû. Guney tohmetên li ser xwe red kiribû. Lê li gor delîlên dozgeran kujer ew bû.

Her çend kujer Omer Guney be jî gûman ji Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê dihat kirin. Lewra piştî bûyerê dengên tomarkirî yên Omer Gûney û hin berpirsên MÎTê belav bûn ku pilana kuştinê dikirin.

Li ser vê yekê MÎT neçar mabû daxuyaniyek bide û ragihandibû, çi pêwendiya wan bi kuştina berpirsên PKKê re nîn e. Lê 2 berpirsên pilebilind ên MÎTê yên di sala 2017an de li Dûkana Silêmaniyê dîl ketibûn destê PKKê eşkere dikirin, her 3 berpirsên PKKê bi fermana MÎTê hatine kuştin.