Amerîka: Hikûmeta Esed nerewa ye

Peyvdarê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka Nathan Tek ragihand, ku Hikûmeta Sûryê ne Hikûmeteke rewya ye heya ku daxwaza hêzên biyanî bike, ku derbasî Sûryê bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka Nathan Tek ragihand, ku Hikûmeta Sûryê ne Hikûmeteke rewya ye heya ku daxwaza hêzên biyanî bike, ku derbasî Sûryê bibin.

Nathan Tek diyar kir, ku divê hêzên Îranî û mîlîşyayên ser bi Taranê ve, bê merc ji Sûryê derkevin.

Bi gotina Tek: Destwerdana Îranê di Sûryê de, bizavên dîtina çareyeke siyasî asteng dike.

Navhatî tekez kir, ku Îran piştevaniya rêjîma Sûryê dike, daku mijaran bi riyên serbazî çare bike û ew yek ji aliyê Amerîka ve nayê qebûlkirin.

Çendîn caran berî niha, berpirsên rêjîma Sûryê diyar dikirin, ku hebûna hêzên Rûsî û Îranî li nav axa Sûryê rewa ye, ji ber ku ew bi daxwaza Hikûmeta Sûryê derbas bûne, lê hebûna hêzên Amerîkî û yên Tirkî li nav Sûryê nerewa ye, ji ber ku ew ne bi daxwaza Hikûmeta Sûrî derbasî Sûryê bûne. 

N.O