Birîtanya dosta petrolê ye û li dijî gelê Kurd e

"Birîtanya dijatiya Kurdan dike û rê li ber serxwebûna Kurdistanê digire? Di demekê de qayil dibe 22 dewletên erebî hebin"

K24 - Navenda Nûçeyan

Birîtanya bi dirêjiya dîroka xwe, herdem berjewendiyên xwe yên petrolê li gel Iraqa Erebî li pêşya berjewendiyên gelê Kurd datîne, ev yek ji aliyê dîroknasan ve tê piştrastkirin.

Li ser rola nerênî ya Birîtanya di bûyerên vê dawiyê yên Kurdistan û Iraqê de, nivîskar û rojnamevan Faris Newrolî dibêje: "Di bûyerên 16 Cotmeha derbasbûyî de, eşkere destê Birîtanya di wê bûyerê de xuya bû û piştî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî ve, kompaniyên Birîtanî çûn ser bîrên petrolê, bêyî ku temaşayî binpêkirinên çekdarên Heşdê bikin ku li beramberî welatiyên Kurd li Kerkûk û Xurmatû encam didin".

Mamosteyê zanîngehê û pispor di dîroka nû û hevçerx de Ferhad Ebdilezîz got: "Divê em Kurd ji xwe bipirsin, çima Birîtanya dijatiya Kurdan dike û rê li ber serxwebûna Kurdistanê digire? Di demekê de qayil dibe 22 dewletên erebî hebin, lê çima ji bo gelê Kurd rêgiriyê dike?"

Ji aliyê xwe ve serokê beşê dîrokê di zanîngeha Silêmaniyê de Ako Şiwanî diyar kir, ku "Birîtanya heya niha rê li ber gelê Kurd venekiriye, hevber bi hinek welatên din kun û hatine nav meudana siyaseta navdewletî. Amerîka di salên çilî yên sedeya derbasbûyî de hat navçeyê, lê ji destpêka salên notî ve, beşê Kurdî beşekî çalak e di radyoya dengê Amerîka de."