Rex Tillerson: Ligel Tirkiyê kar ji bo avakirina navçeyeke aram dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand, welatê wî ligel Tirkiyê kar li ser avakirina navçeyeke aram li bakurê Sûriyê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand, welatê wî ligel Tirkiyê kar li ser avakirina navçeyeke aram li bakurê Sûriyê dike.

Li gor nûçeya “Rueters” Rex Tillerson di serdana xwe ya ji Parîsê re tekezî li ser wê yekê kiriye, Washington ligel Enqerê û hin hêzên li ser erdê derbarê aramkirina rewşê û avakirina navçeyeke aram li bakurê Sûriyê kar dike, ji bo têkbirina metirsiyên Tirkiyê yên rewa.

Di wê çarçovê de, îro peymanêrê K24ê li Enqerê ragihand, îro şandeke hevbeş a Wezareta Derve û Wezareta Bergîriyê ya Amerîka li Enqerê ye û niha li gel Wezareta Derve yê Tirkiyê di civînê de ne, di pişt re jî ligel Serokerkanê Tirkiyê dicive.

Li gor zanyariyên peymanêrê me, mijara sereke ya civînên şanda hevbeş a Amerîkî ji bo gutbêjkirina operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê be.  

Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kir.

Hevdem jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji Washingtonê kir, berpirsatiya xwe li hember Efrînê bicih bîne.

Herwiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) roja 17ê vê mehê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kir, bilez tevgerê bike û rojhilat û rojavayê çemê Ferêt bikin navçeyeke aram.