Serok Barzanî: Wefata Mihemed Mele Qadir wendabûnek mezin e

Serok Barzanî wefata Mimehed Mele Qadir wekî wendabûnek mezin pênase kir û diyarkir ku, “Mamoste Mihemed, wekî Pêşmergeyek derîn û şoreşger di jiyana civatî de û xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê de xwedî rolek girîng bû”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî, bi egera jiyan jidest dan a siyasetmedarê derîn û biezmûn ê Kurd Mihemed Mele Qadir daxûyaniyek xemgîniyê arasteyî raya giştî, malbata Xwedê jê razî û gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî wefata Mimehed Mele Qadir wekî wendabûnek mezin pênase kir û diyarkir ku, “Mamoste Mihemed, wekî Pêşmergeyek derîn û şoreşger di jiyana civatî de û xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê de xwedî rolek girîng bû”.

Serok Barzanî hevxwemiya xwe arasteyî malbata Xwedê jê razî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Kurdistaniyan kir.

 

 

C.B