Netewên Yekgirtî: Emê karên xwe li Iraq û Herêma Kurdistan berdewam bikin
K24-Navenda Nûçeyan
Peyvdarê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Stéphane Dujarric, derbarê referandum Herêma Kurdistanê ragihand, pêwîst e hemû kêşe bi diyalogê bên çarekirin.
Got jî: “Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî dilgiran e ji egerên çêbûna bandorên xirab ji referanduma îro ya Herêma Kurdistanê.
Dujarric diyar kir: “Sikirtêrê giştî pêşbînî dike, çalakiyên rêpêdayî yên Netewên Yekgirtî li seranserî Iraq û Herêma Kurdistan bê sînordarkirin berdewam bin.