Demîrtaş: Serxwebûn wek şîrê dayikê ji Kurdan re helal e

Demîrtaş: “Serxwebûn mafekî rewa yê gelê kurd e û wekî şîrê dayikê helal e, kesên ku li dijî serxwebûnê derkevin faşist û nijadperest in.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattîn Demîrtaş ragihand: “Serxwebûn mafekî rewa yê gelê kurd e û wekî şîrê dayikê helal e, kesên ku li dijî serxwebûnê derkevin faşist û nijadperest in.”

Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ku nêzîkê salekê ye zindanî ye, derbarê serxwebûna Kurdistanê gotarek belav kir û da zanîn ku Kurdistan bi peymanên Qerî Şîrîn û Sykes Picot hatiye perçekirin û dagîrkirin.

Herwiha Kurd rastî jenosîdên mezin hatine û piştî têkoşînên mezin, defeteke dîrokî ketiye destê Kurdan û divê baş were bikaranîn, lewra Kurd ber bi referandomê ve diçin û wekî hemî gelên dunyayê mafê çarenivîsê ji Kurdan re jî heye û li ser axa xwe dê biryara pêşeroja xwe bide, kesên ku rêzê li mafê çarenivîsa Kurdan nagirin faşîst û nijadperest in.”