Şêx Cafer: Min biryara vekişînê da û Barzanî ne agahdar bû

Fermandarê Yekîneya 70 yê Hêza Pêşmerge Şêx Cafer Mustefa aşkere dike ku wî fermana vekişîna Pêşmerge daye û piştre Serok Barzanî li wê agahdar kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Yekîneya 70 yê Hêza Pêşmerge Şêx Cafer Mustefa aşkere dike ku wî fermana vekişîna Pêşmerge daye û piştre Serok Barzanî li wê agahdar kiriye.

Di hevdîtinekê de ligel kenala “NRT” de, Şêx Cafer Mustefa tekezî li ser wê yekê kir, bi ti awayekî Barzanî agahdarî plana vekişîna hêzan nebûye û got: “Heger rêkeftin ji bo vekişînê hatibe kirin, ew xiyanetiyeke mezin e û heger ew xiyanetî nebe, xiyanetî çi ye.”

Fermandarê Yekîneya 70 ku li ser rûyê wî amajeyên nîgeranî û ne rihetiyê diyar dikirin got jî: “Referandûm biryareke rast bû, heger ji vê rewşa niha xirabtir bi ser me de bihata jî, ji referandûmê venakişin.”

Her çend e pêşkêşkarê wê kenalê hewl da Şêx Cafer bi wê aliyê de bibe ku rexne li Serok Barzanî bigire, lê wî red kir li mana Heşda Şeibî li Kerkûkê mukir bê û got: “Berdewam li dijî wê hêzê me.”

Got jî: Ew hêz bi plana herêmî û bi glopa kesk a navdewletî hatibûn û hêla yekem ya Pêşmerge jî şikandibû.

Şêx Cafer Mustefa tekez jî kir, wî biryara vekişîna Pêşmerge da û berpirsayetiya wê jî digire stûyê xwe.