Şandek Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî seredana Dûma dike

Ofîsa ragihandina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ragihand, dê tîmeke wan li ser daxwaza her yek ji hikumeta Sûriyê û Rûsya, dê biçe Sûriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî seredana Dûma dike.

Ofîsa ragihandina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ragihand, dê tîmeke wan li ser daxwaza her yek ji hikumeta Sûriyê û Rûsya, dê biçe Sûriyê, û lêkolînan derbarê bikaranîna çekên kîmyawî li bajarokê Dûma yê Xûta Rojhelat bike.

Rêxistina navborî herweha ragihand, wan daxwaz ji hikumeta Sûriyê kiriye ku, rêkarên ewlekarî ji bo pêşwazîkirin û gihiştina wan ji bo bajarokê Dûma û encamdan a lêkolînan, bigrin ber.

Beriya niha jî, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihandibû, di encama bombebarankirina Dûma ji aliyê hikumeta Sûriyê ve, 40 kesan canê xwe ji dest da bûn û bi sedan kesên din jî, brîndar bû bûn.

 

C.B