Kurdistan Li sê deverên Çewlîkê qedexeya çûnûhatinê

Li sê deverên Çewlîkê qedexeya çûnûhatinê
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, li gundê Rizê û li herêma di navbera taxên Honkunus û Yenîçeyê de çûnhatin û derketina derve hat qedexekirin û li herêmê jî li dijî PKKê operasyon berdewam in.

Parêzgariya Çewlikê di daxuyaniyekê de ragihand, bi mebesta nehêştina metirsiya PKKê li ser xelkê deverê, li navçeyên başûrê Dara Hênê dest bi operasyonan kiriye,

Parêzgariyê herwiha diyar kir, ji ber van operasyonan li gundê Rizê û herêma di navbera taxên Honkunusê û Yenîçeyê de roja 19ê Adara 2017an ji saet 06.00an heta fermaneke din çûnhatin û derketina derve hatiye qedexekirin.

Artêşa Tirkiyê ji 5ê Adara 2017an ve li herêma navçeya Licê ya Diyarbekirê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî PKKê dest bi operasyonan kiribû û bi hezaran leşker û bi dehan helîkopter beşdarî operayonan bûbû.