“Bexdadî ji mirinê direve”
K24 – Navenda Nûçeyan
Kandîdê Serokatiya Fermandariya Navendî ya Amerîka General Frank McKenzie ragihand, Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ji bo jiyana xwe biparêze ber bi beyabana sînorê Iraq û Sûriyê reviya ye.
General Frank McKenzie ji aliyê Serokê Amerîka bo wergirtina posta Serokatiya Fermandariya Navendî ya Amerîka hatiye kandîdkirin di çarçova rûniştineke taybet a bihîstinê ya Encûmena Pîran de hat, ku gor: “Bexdadî kesekî tirsonek e, ji bo xwe biparêze ber bi beyabanê li nêzîkî çemê Firatê li nêzîkî sînorî Sûriye û Iraqê reviya ye.
Lê wî generalê Amerîkî ti demeke diyarkirî ji bo desteserkirin yan kuştina Bexdadî ranegihand û got: “Di baweriya min de ziyanên mezin gihîştine karînên Rêberê DAIŞê.”
Herwiha got: “Hilmeta leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li sijî pêgehên DAIŞê yên mane berdewam in. Got jî: “Dema Rêberê DAIŞê ji wê yekê nîgeran e ku di demeke nêzîk de bimire yan bijî, gelek zehmet e ku êrîşan li dijî Detroit pêk bîne.”
Ji sala 2014an û heta niha çendîn car in nûçeya kuştin yan birîndarbûna Bexdadî hatin belavkirin, lê ta niha ti jêderekî fermî zanyariyên yekalîker derbarê çarenivîsa Bexdadî de aşkere nekirine.
S. B