Kurdistan Asayiş serkirdeyekî PDK-Sê û 2 kesên din azad dike

Asayiş serkirdeyekî PDK-Sê û 2 kesên din azad dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava li Qamişlo û Amûdê serkirdeyekî PDK-Sê ligel endamekî din ji heman partiyê û endamekî ji PYKSê ji girtîgehên xwe serbest berdan.

Peyamanêrê K24ê li Qamişlo ragihand, Asayişa Rojava endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Ebdikerîm Hacî û endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Ebdilmelik Hito û endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Fehan Hesen Hesen piştî zêdetirî 3 meh û nîvan ji girtîgehên xwe azad kirin.

Ebdikerîm Hacî, Ebdilmelik Hito û Fehan Hesen Hesen, ji roja 15 Tîrmehê ve ji aliyê hêzên Asayişa Rojava ve girtî bûn.

Roja 15 Tîrmehê di merasîma pêşwazîkirina termê şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî de, hêzên asayişê rêgirî li derbasbûna karwanê şehîd kirin, piştre alozî di navbera asayiş û welatiyan de derket, hejmareke mezin ji alîgir, endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de ji aliyê Asayişa Rojava ve hatin binçavkirin.

Tê zanîn hîn hejmareke mezin ji endam û serkirideyên ENKSê di zîndanên Rêveberiya Xweser de girtî ne.

ENKSê jî bo azadkirina girtiyên siyasî û fişarê bixe li ser Rêveberiya Xweser ku dev ji girtina siyasetmedaran berde, duh di daxuyaniyekê de banga birêvebirina mangirtinekê li bajarê Qamişlo kir.