Rûsya: Em siyaseta Amerika fam nakin

Peyvdarê Krêmlinê Dmîtrîy Peskov ji rojnamevanan re ragihand, ew heta niha jî, ji tişta ku derbarê vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê çêdibe, fam nakin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Rûsya radighîne, ew bi giringî ve li pêşhateyên vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê dinerin.

Peyvdarê Krêmlinê Dmîtrîy Peskov ji rojnamevanan re ragihand, ew heta niha jî, ji tişta ku derbarê vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê çêdibe, fêm nakin. Got, beriya niha daxûyanî dabûn, niha jî, wan daxûyaniyan sererast dikin. Hin caran jî, ew daxûyaniyên cuda ji desteyên cuda dibihîzin û tekez jî kir, ew bi giringî û hûrgilî pêşhateyên helwesta Amerîka derbarê vê pirsê dişopînin.

Beriya niha Peyvdara Koşka Spî Sarah Sanders ragihandibû, dê Amerîka 200 leşkerên xwe wek Hêza Parastina Aştiyê li rojhilatê Sûriyê ji bo demekê li Sûriyê bihêlin.

 

 

C.B