"Vê carê Serokatiya Iraqê ji pişka PDK ye"

Li gorî rêketina di nav Hevpeymaniya El-Fetih û ya Sairûn de, wê serokê Perleman ji kutleya (El-Bina`i) be û serokwezîr wê ji kutleya (El-Islah) be û serok komar wê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, dev ji postê Serokatiya Iraqê bernade û berbijarekî ji bo wî postî destnîşan dike.

Jêderekî pilebilind ji Polîtbîroya PDK ji Kurdistan24ê re got: Vê carê postê Serokatiya Iraqê ji pişka me ye û em dev ji wî postî bernadin.

Wî jêderî diyar kir, ku pêwendiya hebûna berbijarekî PDKê ji wî postî re, bi wê yekê re tine ye ku YNK berbijarê xwe destnîşan kiriye yan na.

Heman jêderî zelal kir, ji ber ku PDK mezintirîn hêza siyasî ya Kurdistanê ye û yekem partiya biserketî ye di hilbijartinên Perlemana Iraqê de roja 12 Gulanê, divê postê Serokatiya Iraqê ji pişka PDKê be.

Daxuyaniyên wî berpirsê PDKê di demekê de ne, ku heftenameya Destûr a Iraqî, di hejmara xwe ya 4231ê de ragihandibû, ku li gorî rêketina di navbera Hevpeymaniya El-Fetih û ya Sairûn de hatiye kirin, wê serokê Perleman ji kutleya (El-Bina`i) be û serokwezîr wê ji kutleya (El-Islah) be û serok komar wê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê be.

N.O