Parêzgarê Kerkûkê pîrozbahî li aktîvkirina parlemantoyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Kerkûkê pîrozbahî li aktîvkirina parlemantoya Kurdistanê û dengdana li ser birêvebirina referandûmê serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de kir.
Nivîsgeha Parêzgarê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û tê de hat, bi boneya destpêkirina karên parlemantoyê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm pîrozbahî li parlemanterên Kurdistanê dike.
Herwiha bi boneya dengdana li ser birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de jî, pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir.