Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bo civîna ligel Barzanî digihe Hewlêrê

Li gor zanyariyan, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka îro demjimêr 4:00 ji Bexdayê digihe Hewlêrê û ji aliyê berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis bigihe Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û tê de behsa çend pirsên taybet bi rewşa nevxweyîya Iraqê û rûbirûbûna terorê bike.

Serdana Mattis piştî wê tê, ku îro ji Urdinê gihêşte Bexdayê û ligel berpirsên Iraqê civiya.

Li gor zanyariyan, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka îro demjimêr 4:00 ji Bexdayê digihe Hewlêrê û ji aliyê berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin.

Serdana Mattis hevdem e ligel destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Tileferê ye, ku roja 19 Tebaxê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve ew proseya leşkerî hat ragihandin, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka jî hevkariya hêzên Iraqî dikin.

Pê de diçe serdana Mattis jib o Herêma Kurdistanê bi heman awa pêwendî bi şerê DAIŞê û qonaxa piştî wî şerî hebe û di wê derbarê de ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Ev zanyarî di demekê de ne, tu berpirsekî Herêma Kurdistanê bi fermî armanca serdana Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bo Herêma Kurdistanê aşkere nekiriye.