Çalakvanê Kurd Deham Cum'e li Kerkûkê hat berdan

Deham Cum'e, çalakvanê Kurd ê Kerkûk, piştî ku ji aliyê hêzên emnî yên Iraqî ve, li Kerkûkê hatibû girtin, îro hat berdan û hûrkariyên girtina xwe ji Kurdistan24ê re da xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Deham Cum'e, çalakvanê Kurd ê Kerkûk, piştî ku ji aliyê hêzên emnî yên Iraqî ve, li Kerkûkê hatibû girtin, îro hat berdan û hûrkariyên girtina xwe ji Kurdistan24ê re da xuyakirin.

Deham Cum'e got: Destpêkê wek danûstendin daxwaz dikirin, ez wê biryara xwe hilweşînim, ya ku me têde jivan dabû em ji bo salvegera 16ê Cotmehê çalakiyan li dijî desthilata serbazî ya Iraqî li Kerkûkê bikin.

Got jî: Piştî ku min ew daxwaza wan red kir, li gorî maddeya çaran a terorê, min veguhestin ji bo hewalgiriyê û piştre wan madeya terorê guherandin û bi madeyeke din min li cem hiştin û dema min birin dadgehê, dadwer biryara azadkirina min da.

Deham Cum'e zelal kir, ku wan dixwest, kesek li dijî bûyerên 16ê Cotmehê dernekeve û ti çalakî di salvegera wê rojê de çê nebin.

N.O