HDPê Serpîl Kemalbay li cihê Fîgen Yuksekdagê hilbijart

HDPê kongreya xwe ya awarte ya 3emîn lidarxist. Di kongireyê de di şûna Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag de Serpîl Kemalbay bi 275 dengan hate hilbijartin. Di kongreya HDPê de ji 1034 delegeyan tenê 284 kesî beşdarî di kongreyê de kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

HDPê kongreya xwe ya awarte ya 3emîn lidarxist. Di kongireyê de di şûna Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag de Serpîl Kemalbay bi 275 dengan hate hilbijartin. Di kongreya HDPê de ji 1034 delegeyan tenê 284 kesî beşdarî di kongreyê de kir.

Piştî ku parlamenterî û endamtiya Fîgen Yuksekdag ya HDPê hate xistin HDPê ji bo ku hevseroka xwe ya nû hilbijêre ji neçarî kongereya xwe ya awarte ya 3emîn li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li Enqerê bire serî. Di kongreya HDPê de Serpîl Kemalbay bi 284an dengên delegeyan di şuna Fîgen Yuksekdag de bû Hevseroka nû ya HDPê. Di destpêka kongreyê de nameyên Demirtaş û Yuksekdag hatin xwendin. Demirtaş di nameya xwe ya ku ji aliyê Berdevkê HDPê de Osman Baydemîr ve hate xwendin ve diyar kir ku ew ê dev ji aştiyê bernedin û wiha got; Ev nayê wê wateyê ku me berpirsiyariya xwe bi temamî aniye cih. Hemû hevkarên me, rêvberên partiyê û saziyên me divê hewl bidin ku Plana Têkoşîna Aştî û Demokrasiyê” amade bikin.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr ji K24ê re wiha axivî: “Birastî ji bo xatirê ku şer û pevçûn rawestin ji bo xatirê ku dan û standin dest pê bikin ji bo xatirê ku pirsgrek li ser maseyê were çareserkirin, ew kesên ku berpirsyar in pêwîst e hemû bibin şirîkê vê bangê û armanca me ew armance ku ew hemû kesên ku wê fêda wî ji bo çareseriyê hebe, deriyê me li hemûyan vekiriye û herwiha banga me ji bo hemûyan e.”

Serpîl Kemalbaya ku di şûna Yuklsekdag de bû Hevseroka nû ya HDPê jî piştî hilbijartina kongreyê daxuyaniyek ragihand. Kemalbaya got: “Ji şaredar û parlamenteran bigirin heta rêveberan, li dora 5 hezar HDPyî girtîne û di zindanan de ne. Ev ne tiştekî asayî ye. Li Tirkiyê proseseke darbeya sivîl bi rêve diçe. Hin kes bi zextan desthilata xwe li ser gelên me ferz dikin. Berdêla vê yekê jî, bi rêberên HDPê didin dayîn. Em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilind bikin û ji bo azadkirina partiyîyên me xebatên xwe xurttir bikin.”

Li gor zanyariyên parlamenter û rêveberên HDPê ku ji Kurdistan 24ê re ragihandin Selahattîn Demirtaş di girtîgehê de li ser nexşerêyeke aştî û proseseke nû plansaziyek çêkiriye. Ger ji aliyê Serokkomar Erdogan û hikûmetê ve wek bersiv gaveke erênî bê avêtin herçiqas di kongreyê de nehatibe xwendin jî bi şûnde wê berdewama peyama Demirtaş ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re bê ragihandin. Li gor zanyariyan di nava wê nexşerêya Demirtaş de bo PKKê banga ragihandina agirbestê jî cih digire.