Pisporekî serbazî Amerîkî: Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi hêzê çare nabin

Ceneral Ronald Grifs taybet ji K24ê re got: “Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riyên serbazî çare nabin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê malnişîn yê serokerkanê artêşa Amrîka ceneral Ronald Grifs taybet ji K24ê re got: “Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riyên serbazî çare nabin.”

Ronald Grifs behsa hestiyariya rewşê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî kir û diyar kirk u ew bi bawer e Amerîka dikare bi riya dîplomasiya xwe alîkariyê ji bo çarekirina kêşeyan bike.

Grifs got jî: “Ez bi bawer im niha hûn di qonaxeke hestyar re derbas dibin, pêwîst e kar bi hişyarî li gel vê qonaxê bê kirin. Di demekê de hûn gavan ji bo serxwebûnê davêjin, hevkarî li gel hevparên we li navçeyê giring e û bi vê helkeftê jî ez piştevaniya we dikim, lê di dema ku hûn pêşveçûnê ji bo vê armancê berdewam bikin, grîng e bingeha dostanî û pêwendî, li ser bingeha baweriyê li gel cîranan û aliyên din ava bikin. Bi nerîna min niha ti bijardeyeke serbazî ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê tine ye û Amerîka bi riya dîplomasiya xwe li gel Bexdayê û li gel Tirkiyê, dikare alîkar be ji bo çarekirina kêşeyan.”