Amerîka daxwaz ji Iraqê dike ji şer û pevçûnan dûr bikeve

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Bexdayê dike, şer û pevçûnên li navçeyên “Cihê nakokiyê” dûr bixin û ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê rêk bikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Bexdayê dike, şer û pevçûnên li navçeyên “Cihê nakokiyê” dûr bixin û ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê rêk bikevin.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de amaje bi nîgeraniya welatê xwe ji wan pevçûnên dijwar ên duh li navçeyên Kurdistanî yên di bin kontrola Pêşmerge de derketine dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Vegera desthilata federal ji navçeyên cihên nakokiyê re ti guhartinekê li rewşê nake, babeta milmilaneyê li ser wan navçeyan wek xwe dimîne, ta dema li gor destûra Iraqê tê çareserkirin.”

Piştî ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê duh destanek ya li Pirdê tomar kir û derbeyek tund li hêzên Heşda Şeibî da, civaka navdewletî hate deng û Amerîka daxwaza rawestandina bilez ji wê şerî re kir.