HDP: Komîsyon dengên 270 hezar dengderî asteng dike

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî dibêje, desthilata Tirkiyê nahêle Kurd dengên xwe bikarbînin û jiber li 19 bajarên Bakurê Kurdistanê cihên dengdanê hatine guhertin, bandorê li 270 hezar dengderan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî dibêje, desthilata Tirkiyê nahêle Kurd dengên xwe bikarbînin û jiber li 19 bajarên Bakurê Kurdistanê cihên dengdanê hatine guhertin, bandorê li 270 hezar dengderan dike.

Komîsyona Hilbijartina Bilinda Tirkiyê serlêdana hikûmeta Tirkiyê qebûl kir û li gundên 19 bajarên Bakurê Kurdistanê cihên dengdanê tên guhertin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî ragihand, armanca vê gavê astengkirina dengdanê ye û gelekî zehmet e ku hejmarek mezin ji dengderan bo dengdanê bên veguhestin.

Temelî da zanîn ji bo vê  mijarê parlamenterê wan Mîthet Sancar bi Serokê Komîsyona Hilbijartinê re civiya ye. Di civînê de Serokê komîsyonê jî dilgiraniya xwe bo biryarê nîşan daye û diyar e biryar bi fişarên desthilatê hatiye girtin.

Da zanîn, deverên ser biryar hatiye dayîn dengderên HDPê ne û li gor lêkolîna parlamenterên wan 270 hezar dengder ji vê biryarê bibandor dibin û piraniya wan dê nikaribin dengên xwe bikar bînin.

 

S. B