Weber: Tirkiye bi ti awayî nabe endamê Yekîtiya Ewrûpayê

Siyasetmedarê Elmanî û namzedê Serokê Komîsyona Ewrûpayê Manfred Weber diyar kir ku, ger ew bibe serok, wê hemû dergehên ligel Tirkiyê bigire

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê Elmanî û namzedê Serokê Komîsyona Ewrûpayê Manfred Weber diyar kir ku, ger ew bibe serok, wê hemû dergehên ligel Tirkiyê bigire.

Serokê Partiya Gel a Ewrûpa (EPP) Manfred Weber ku koma partiya wan li Parlamentoya Ewrûpa ya herî mezin e, li ser namzediya ji bo Serokê Komîsyona Ewrûpayê wiha got: "Tirkiye bi ti awayî nabe endamê Yekîtiya Ewrûpayê."

Weber ji rojnameya De Telegraaf re axivî û diyar kir ku ger bibe serok, wê hemû mûzakereyên endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpa rawestîn e. Weber got ku, erkekî wî yê wisa heye bêje, Tirkiye nabe endamê Yekîtiya Ewrûpayê."

Sala bê hilbijartinên Serokê Komîsyona Ewrûpa tên kirin û Serokê niha yê komîsyonê Jean-Claude Juncker e.

 

 

C.B