Riyad Ehmed: Em ji ber nerînên xwe ve tên girtin

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepêla Pêşroj a Kurd li Sûriyê Riyad Ehmed piştî 5 mehan ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.

K24 – Qamişlo

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepêla Pêşroj a Kurd li Sûriyê Riyad Ehmed piştî 5 mehan ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.

Riyad Ehmed li ser sedema girtina xwe ji K24ê re got:“Ew rewşa aramî ji aliyê yasa û qanûn tune ye ku siyasetmedar nerînên xwe bidin. Ji ber ku raman û nerînên me hene, ew aliyê din jî qebûl nake, loma em tên girtin.”

Da zanîn jî, ew bi tawana hewla damezrandina hêzeke leşkerî hatibû girtin, lê piştî lêpirsînê û tunebûna belgeyan, piştî 5 mehan ji girtinê serbest hate berdan.

Riyad Ehmed di 20ê Hezîrana 2018an ji aliyê istixbaratên bi ser Rêveberiya Xweser ve li Qamişlo hatibû girtin.