Di şerê bi PKKê re leşkerekî Tirk hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Gîresûnê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket. Li agahiyên destpêkê leşkerekî hat kuştin.
Operasyonên Artêşa Tirkiyê, hember gerîlayên PKKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Li gor medya Tirkiyê li Herêma Derya Reş, bejahiya bajarê Gîresûnê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirk de şer derket.
Artêşa Tirkiyl da xuyakirin, di şer û pevçûnê de leşkerekî hatiye kuştin û li herêmê operasyon berdawam dike.
HPG jî da xuyakirin, li gundewarên Gîresûnê di pevçûneke beriya çend rojan de jî 3 leşker hatine kuştin.
S. B