Encamên hilbijartinên Bakurê Sûriyê hatin ragihandin

Komîsera Bilind a Hilbijartinan li Bakurê Sûriyê encamên hilbijartinên şaredariyê yên 1ê Çile ragihand ku, rêjeya beşdariya xelkê ji sedî 69 bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîsera Bilind a Hilbijartinan li Bakurê Sûriyê encamên hilbijartinên şaredariyê yên 1ê Çile ragihand ku, rêjeya beşdariya xelkê ji sedî 69 bû.

Komîsera Bilind a Hilbijartinan li Bakurê Sûriyê li bajarê Amûdê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, bo cara yekemîn e proseya dengdanê li herêmên Bakurê Sûriyê tên kirin û milet bi azadî û zelalî dengên xwe dan.

Komîserê aşkere kir, rêjeya beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de gihêşt ji sedî 69.

Li Herêma Cizîrê ji lîsta Netewên Demokratîk 2718 kes, ji lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurd (HNKS) 40 kes û 144 kesên serbixwe derbasî encûmenan bûn.  

Li Herêma Ferat, ji lîsta Netewên Demokratîk 847 kes, ji lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd 40 kes û 67 kesên serbixwe derbasî encûmenan bûn.  

Li Herêma Efrînê, ji lîsta Netewên Demokratîk 1056 kes, ji lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd 72 kes, lîsta HNKS 8 û 40 kesên serbixwe derbasî encûmenan bûn.  

Hilbijartinên şaredariyê yên Bakurê Sûriyê di 1ê Çile bi rê ve çû bû, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ev hilbijartin baykot kirin û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) jî beşdarî hilbijartinên Bakurê Sûriyê nabe.