Derbekar bo dadgehê hatin birin

Îro li Enqereyê, serkirdeyên tohmetbar bi darbeya şikestxwar ya Tirkiyê ya 15 Tîrmeha sala borî çûn pêşberî dadgehê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Enqereyê, serkirdeyên tohmetbar bi darbeya şikestxwar ya Tirkiyê ya 15 Tîrmeha sala borî çûn pêşberî dadgehê.

Bergûmanên tohmetbar ji 221 kesan pêk tên û di nav wan de 27 jê pileya General hene û yek ji wan jî serkirdê giştî yê berê yê hêzên asmanî yên Tirkyê Akîn Ozturk e.

Tuhmetbar li dadgeheke taybet li derdora Enqerê têne dadgehkirin, ku taybet e bi doza darbeya leşkerî ya sala borî .

Weke hatiye ragihandin, hebûna destê her yek ji wan bergûmanan li dadgehê were serastkirin, wê bi zîndanîkirina hetahetayî werine cezakirin.

Di demekê de ku ew 221 kes ji bo pêşberî dadgehê dihatin veguhestin, alîgrên hikûmeta Tirkiyê xwenîşandanek lidar xistin û daxwaza bidarvekirina wan tohmetbaran kirin.