Li Diyarbekirê hewla destpêkirina pêvajoya aştiyê tê dayîn

Li Diyarbekirê ji bo ku Pêvajoya Aştiyê car din bikeve rojeva sazî û dezgehên sivîl û civakî, komxebatek hat kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji bo ku Pêvajoya Aştiyê car din bikeve rojeva sazî û dezgehên sivîl û civakî, komxebatek hat kirin. Di komxebata ku bi pêşengiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAM'ê ve hat rêvebirin de gelek karsaz, akademîsyen û nûnerên civakê cihê xwe girt. Di komxebatê de ji bo ku Pêvajoya Çareseriya Pirsa Kurd car din bikeve rojeva Tirkiyeyê, guftûgo hatin kirin.

Li Diyarbekirê ji bo rista saziyên sivîl û civakî ya li ser herêmê û siyaseta li ser Kurdan tê meşandin, were nirxandin; komxebatek hat lidarxistin. Komxebata ku ji aliyê DÎTAM'ê ve hat rêvebirin, mazûvaniya gelek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên civakê kir. Çavdêrê siyasî Akin Bîrdal li ser siyaseta li hember Kurdan da zanîn ku rojên herî dijwar, nîşaneya rojên xweşiyê ne û dê bi hewilên aştiyane, demokrasî bi ser bikeve.

Akin Bîrdal ji K24ê re wiha axivî: "Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê; destkeftiyên bi nirx ên ku mirovahiyê bi dest xistine hene. Di rêya demokrasî, aştî û hiqûqê de ev nirx hatine bidestxistin. Niha herêm û erdnîgariya me ji vê rêyê dûr in û sedema van hilweşînan jî ev e. Lê wiha nadome. Miheqeq dê gelên me di paydeya aştî, edalet û demokrasiyê de bibin yek û dê ev rewş derbas bibe."

Armanca bingehîn a komxebatê, wekî nirxandina rista sazî û dezgehên civakî ya li ser Pirsa Kurd hat diyarkirin. Di axaftinên hatin kirin de hem fikir û ramanên li ser ji nû ve destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê hatin nirxandin, hem pêşniyazên mêvanan hatin girtin. Karsaz Ferda Cemîloglû jî bal kişand ser rista sazî û dezgehên sivîl û civakî û got ku divê her Kurdek di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê bigire.

Ferda Cemîloglû dibêje: "Wekî birînekê ye, dilê me diêşe. Bes em bawer dikin ku dê roj bi roj rewş baştir bibe. Lewra hêdî hêdî em li ser van babetan dixwazin terkîzeke mezin bikin ji bo ku em bikaribin hemû bi hev re ji bo dahatûyê çareseriyekê bibînin."

Di axaftinên hatin kirin de pêvajoya piştî Rewşa Awarte û rewşa siyasî û civakî ya Kurdan hat nirxandin. Rojnamevan Hasan Alî Bayramoglû jî pêvajoya heyî wekî heyameke derbasdar nirxand û got ku çalakbûna saziyên civakî ya ji aliyê siyasî ve dê bandoreke mezin li Pirsa Kurd bike.

Rojnamevan Hasan Alî Bayramoglû got: "Bi taybetî em di pêvajoyeke wisa de ne ku aktor û polîtîkavanên Kurd difetisin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku entellektuel û rewşenbîrên me nikarin bêhina xwe vedin. Divê ev zemîn were guherandin. Ji bo guherandina vê zemînê jî bi qasî çalakiyên civakî, çalakbûna siyasî ya saziyên sivîl hewce ye. Heger wisa bibe dê bandoreke mezin li Pirsa Kurd bibe."

Di komxebatê de hat diyarkirin ku du peywirên esasî yên saziyên sivîl û civakî hene. Yek jê ji nû ve rojanekirina mijara aştiyê; ya duyemîn jî amadekirina raporên berfireh ên beriya pêvajoya aştiyê, dema pêvajoya aştiyê û piştî pêvajoya aştiyê ne ku civak bi van raporan were ronîkirin. Peyama hevpar a nûnerên civakê ku li hev civiyabûn jî ew bû ku car din hawirdoreke bi aram pêk were û pêşî li aloziyên heyî were girtin.