"YPG metrisî ye nek rêjîma Esed"
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku welatê wî nema rêjîma Beşar Esed wek gef li ser Tirkiyê dibîne.
Çawîşoglu got: "Di serdana serokê Rûsya de ji bo Tirkiyê û civîna wî li gel serokê Tirkiyê, pêşeroja Sûryê hat behiskrin û herdû aliyan li ser çawaniya serederiyê li gel rewşê Sûriyê lihev kirin. "
Wezîrê derve yê Tirkiyê got jî: "Ji bo encamdana operasyonên serbazî li dijî YPGê wê Enqera li gel Mosko hevrêziyê bike ".