Lavrov: Amerîka li Mûsil û Reqa rê li ber reva çekdarên DAIŞê vekir

Lavrov: Amerîka li Mûsilê û li Reqa, riyên aram li ber terorîstên DAIŞê vekir, daku bi aramî ji herdu bajaran derkevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, rêketinên Rûsya û Amerîka, pirsa vekişyana hêzên alîgirên Îranê ji Sûriyê nehatiye tekezkirin, tenê behsa wan hêzan hatiye kirin, ku ne ji xelkê Sûriyê ne.

Sergey Lavrov tekez kir, ku di rêketina Rûsya, Amerîka û Urdin de, ya derbarê pêkanîna navçeyeke aram li başûrê Sûriyê, behsa vekişyana hêzên Sûrî yan jî hêzên ser bi Îranê ve ji wan navçeyan nehatiye kirin.

Daxuyaniyên Lavrov bersivek bûn li ser daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka, ku têde ragihandiye: "Me li gel Rûsya lihev kiriye, ku hêzên alîgirên Îranê ji Sûrya derkevin."

Lavrov berevanî li Îranê kir û got: "Hêzên Rûsya û Îran bi awayekî yasayî û li ser daxwaza hikûmeta rewa ya Sûrya derbasî wî welatî bûne, ew jî berûvajî hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku Amerîka serkêşiya wê dike."

Lavrov tekez kir, ku Amerîka li Mûsilê û li Reqa, riyên aram li ber terorîstên DAIŞê vekir, daku bi aramî ji herdu bajaran derkevin.