Eniya Nusra rêketina Astana li ser Idlibê red dike

Eniya Fetih El-Şam ku berî niha bi nave Eniya Nusra dihat naskirin, tevlîkirina Idlibê ji bo rêketina navçeyên kêmkirina şer red dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Eniya Fetih El-Şam ku berî niha bi nave Eniya Nusra dihat naskirin, tevlîkirina Idlibê ji bo rêketina navçeyên kêmkirina şer red dike û opozisyona Sûriyê dibêje: “Emê amadakariya şer li dijî wê rêxistinê bikin.”

Fetih El-Şam dibêje: “Kesên li Astanayê civiyan, ne ji mafê wan e biryarê li ser çarenivîsa Idlibê bidin, lewra em pabendî ti rêketinên bi wî awayî nabin.”

Ji aliyê xwe ve, fermandeyekî Artêşa Azad ji rojnameya Şerq El-Ewset re ragihand: “Bi redkirina Nusra ji wê rêketinê re, rê li ber me vedibe ku em operasyonekê li dijî wê grûpê bikin, ji ber ku wan ti bijardeyeke din ji Artêşa Azad re nehiştine.”