Asayişa Rojava medyakar Ehmed Sofî binaçav kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Asayişa Rojava peyamnêrê bernameya ARKê ya kenala Zagrosê Ehmed Sofî binaçav kir û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di daxuyaniyekê de da zanîn, duhî hêzên Asayişa Rojava Peyamnêrê bernameya ARKê Ehmed Sofî dema ligel du birayên xwe ji gundê Bane Qesrê diçûn Dêrikê binçav kir û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye ragihand jî, fişarên li ser medyakarên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê nakeve xizmeta daxuyaniyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a dibêje “Azadiya ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê heye, nake. ” Herwiha got: Astengkirina azadiya karê rojnamegeriyê dê encamên nerênî li pişt xwe bîne.
Herwiha Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, parastina hemû medyakaran bike û dest ji van kiryaran ber de û medyakar Ehmed Sofî azad bike.
S. B