Polîtburoya PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.
Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, îro Polîturoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive û naveroka civînên wê partiyê ligel her yek ji Yekîtiya Nistimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nexşerêya PDKê ji qonaxa bê re guftûgo dike.
Herwiha tewerke din a civînê, li ser serdana Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî bo Hewlêrê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibe.
PDK wek yekema hilbijartina xula pêncemîn a Parlemantoya Kurdistanê ye û xwedî 45 kursiyan e, ji piştî ragihandina encamên hilbijartinê, dest bi tevegera pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kiriye.
PDK bi diruşma “Kurdistaneke bihêz” beşdarî hilbijartinan bû û bi serkeftineke mezin li pêş hemû partiyên din derket, ji ber wê pêkanîna hikûmeta nû di stûyê wê partiyê de ye û Mesrûr Barzanî bo serokatiya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kandîd kiriye.
S. B