Rêveberiya xweser li Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê seferberî ragihand

Rêveberiya xweser li Herêma Cezîrê: Pêwîst e Tirkiyê zanibe ku îradeya gelan nayê şikandin û emê hemû berevaniyê di ber Efrînê de bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, rêveberiya xweser ya demokrat li Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê, banga serferberiyê û rahiştina çekan li tex û çînên civakê kir û ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî xwest ku biryarekê ciddî û bihêz bistîne, ku rê li ber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bigire û kuştina sivîlan rawestîne.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: "Pêwîst e Tirkiyê zanibe ku îradeya gelan nayê şikandin û emê hemû berevaniyê di ber Efrînê de bikin û em ji gelê xwe yê serfiraz dixwazin ku berevaniyê di ber Efrînê û rûmeta wê de bike û Efrîn wê weke Kobanê û tevahiya bajarên din yên Sûrî biser keve".

Herweha daxuyanî dibêje: "Hevdem li gel vê bangê, em civaka navdewletî bi temamî li pêşya berpirsatiya sincî û mirovatî datînin û em ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî dixwazin ku rê li ber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bigire".

Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê "Operasyona Şaxê Zeytûnê" ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kiriye.

Peyvdarê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd ji K24ê got: "Di encama bersivdayina şervanên YPGê de, çekdarên opozîsyonê û leşkerên Tirk bi paş ve vedikişin û ta niha ti pêşketina artêşa Tirkiyê di hundirê xaka Efrînê de tune ye, tenê li ser sînorê Efrînê şer heye".