Çêrokên trajîdîk ên qurbaniyên Efrînê: Dê û bavê Cîger bê ling man

Dema dixwastin ji ber mûşek û topên artêşa Tirkiyê ji Raco derkevin û berên xwe bidin bajarê Efrînê, firokeyekê otombîla wan bi mûşekekê armanc kir, di encamê de bavê Cîger lingekî xwe, diya Cîger jî her du lingên xwe jidest dan.
kurdistan24.net

 

K24 – Efrîn

Êrîşa artêşa Tirkiyê bi topxane û firokeyên şer ve ji roja 20ê meha bûrî ve li ser gund û navçeyên Efrînê bi hemû tundiya xwe berdewam e. di encama van êrîşan de ta niha zêdetir ji 180 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 650 sivîlên din jî birîndar bûne.

Herwiha ta niha çendî komkujî bi derheqê welatiyên sivîl hatine kirin, ku hinan banê xaniyan bi wan de hatine hilweşandin û ku malbat bi tevahiya xwe di bin de mane. Hin jî di dema ji gundê xwe derdiketin û berve navenda bajarê Efrînê dihatin ku otombîla wan hat armanckirin, ku dê, bav û zarokan bûne qurbanî.

Xalê Mihemed Reşîd Elî  (Bavê Cîger) û diya Cîger jî yên ji gundê Hesen ê ser bi navçeya Raco ve roja 30ê Çile dema dixwastin ji ber mûşek û topên artêşa Tirkiyê ji Raco derkevin û berên xwe bidin bajarê Efrînê, firokeyekê otombîla wan bi mûşekekê armanc kir, di encamê de bavê Cîger lingekî xwe, diya Cîger jî her du lingên xwe jidest dan.